9
GlobalKalem
JI BÎR BIKIM
Demekî nêz
Hilmekî hêzde
Bêguman ez ê ji bîr bikim.
Ji bîr bikim
Wan çûkên dilşikestî
Helbestên xîyalperestî.
Ji bîr bikim
Dergûşa xema
Masîyên devê çema.
Lez bi gavan
Hêrs bi çavan
Tenayî jî para min ketîye.
Her wiha navê xwê jî ji bîr bikim
-- Adversting 7 REKLAM ALANI --