9
GlobalKalem

Di hejmara Kubarê ya nû de bi stranbêja ciwan Rojbîn Kizilê re li derheqê wê û Fehîmayê da
hevpeyvîn hatiye kirin. Herwiha di kovarê de bi modevana Harman Zêro re li ser modevaniya wê hatiye
axaftin.
Di kovarê de cih dane xemla jinan ya li dengbêjiyê, stres, çêkirina çay û xwarinan, helbest, şêwaza salên
70yî, girîngiya bihîstinê û Kurdish Women Podcast.
Edîtora kovarê Ayşenur Ozelî, der barê sala 2021an de daxuyanîyek li ser navê kovarê belav kir. Daxuyanîya ku Ozelî belav kiriye wiha ye: "Em wekî xebatkarên Kubarê dixwazin ev sala nû ji bo me hemiyan bibe sala aramî, şadî, kêfxweşî, bextewarî û hêviyê. Erê hemî cîhan ji rojên xirab û xeterdar derbas dibe. Hêviya me jî ev e hûn bi Kubarê bêhna xwe hinekî fireh bikin û ji stresa jiyanê dûr bin. Di vê hejmarê de me wekî her hejmara xwe cih da mijarên rengareng. Di vê jimarê de mijarên wekî tenduristî, dîrok, wêje û hwd. hene."
Ji bo hejmara çarem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin:
https://kubarkovar.wordpress.com/2021/01/15/kubar-4/
Navnîşanên medyaya civakî ya Kubarê;
Twitter: KUBAR
Instagram: kubar_ekovar
Koma Kovargerên Kurd
Kültür Sanat Şiir ve Edebiyat
Kültür Sanat Şiir ve Edebiyat
Kültür Sanat Şiir ve Edebiyat